AV EREN KESKÝN XELATA AZADÝYA RAMANÊ GÝRT


Komeleya Nivîskarên Kurd roja 03.06.2006  Xelata Azadiya Ramanê ya  2006’an  eþkere kir. Di nava 12 serlêderan de, Av. Eren KESKÝN bû xwediyê xelata îsal ya vê komeleyê.
Rêveberiya Komeleya Nivîskarên Kurd ya ku li Amedê di sala 2004’an de bi navê KURD-PEN hatibû damezrandin, îsal biryara destpêkirina belavkirina xelata Azadiya Ramanê kir. Li gor biryara komeleyê dê ev xelat her sal li Amedê li kesên nivîskar, ronakbîr û tekoþerê ramana azad were belavkirin. Îsal bo vê xelatê 12 kes serî li komeleyê dabûn û ev kes ji alî heyeta Jûri ya ji akademisyenan pêkhatî hatin nirxandin. Li gor biryara heyetê Av. Eren Keskîn ji ber ku di warê mafên mirovan de tekoþîn daye û gelek zahmetî kiþandiye, bo vê xelatê hatiye bijartin.
Di mêjoya 03.06.2006’an de saet di 11:00 de, di çarçoveya Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Amedê de bo vê xelatê merasîmek hat çêkirin. Di vê civînê de ewul serokê jûriya xelatê Abdullah Kaya derket ser dikê û biryara juriyê xwend û bi kîjan prensîbên objektîv tevgeriyane û gihiþtine encamê, anî zimên. Piþtî Kaya, serokê komeleyê Edîb POLAT beriya ku xelatê bide axaftinek kir. Di vê axaftina xwe de Polat girîngiya dayina xelatên bi vî rengî, rewþa nivîskarên Kurd ya îroyîn, qanûnên qedexekirina azadiya ramanê, dîroka tekoþîna di vî warî de anî zimên û mînakan da. Serokê Komeleyê wuha got: “Nivîskar û rewþenbîrên kurd, hîn jî li ser vê axê wekî hêzekê nayên dîtin. Lê ji bo afirandina ramanê di qada herî bilind de were nirxandin, çi ji destê me tê divê em bikin. Heke em ji bo zimanê kurdî nirxandinekê bikin, divê em hêz ji bingeha tore û kelepora gelê xwe bigrin. Nivîskarê kurd û berhema wî neyê afîþekirin, nirx jê re neyê dayin, qedr û qîmet  ji hebûna wî re tune be, dê zimanê vî gelî bi pêþ de neçe. Nivîskarên kurd hîn jî ji aliyê hin kesan ve wekî komeke herî dawî ya vê civakê tên dîtin. Ev yek tesîra çanda medyatîk û populer dide niþandan û bi serê xwe alîkariya otoasîmîlasyonê û çanda serdest dike. Ji populîzma edebiyata serdest re rê tê vekirin û her roj nivîskarên edebiyata serdest tên afîþekirin. Civaka me êdî valahiya vî zimanî bi tenê bi stranan dadigire. Ji ber ku edebiyata kurd ne tiþtekî cazip û bazirganiyê ye, ji aliyê qalîteya berheman jî em hêj negihîþtine asta melayê Cizîrî, Xanî û Feqî. Lê çiqas rewþ wuha be jî, divê ji ciyekî em dest pê bikin.”
Piþtî axaftinan, Serokê Komeleyê Edîb Polat þîlta xelatê, plaketa xelatê û 5000 YTL teslîmî Eren Keskîn kir.
Piþtî teslîmkirina xelatê, panêla rewþenbîran ya ku di derbarê pirsgrêka kurd de bû, dest pêkir.