Bo Wezareta Dadê ya Komara Turkiye,
Em kesên ku li jêr îmzeyên wan hene,

Ji ber ku ew dane ji raya giştî re eşkere kirin, ku derencama wan serlêdanan hatine bidestxistin ku bo Nivîsgeha Alîkariya Hiquqî ya Dijî Taciz û Tecawuza Cinsî di Binçav de hatibûn pêşkêşkirin, bi sedema `heqaret li şexsê manewî yê artêşê kirinê` doz li Prz. Eren Keskin a aktîvîsta mafên mirovan hatiye vekirin û 10 meh cizayê hepsê lê hatiye birrîn. Em vê yekê şermezar dikin.