Zordariya li beramberî jinan, wekû li hemû cîhanê li Turkiyeyê jî, bi awayekî germe germ berdewam e, jin jî dengê xwe yê li dijî zordariyê bêwestan her bilind dikin.

Eren Keskina avakera Nivîsgeha Alîkariya Huqûqî ya Dijî Taciz û Tecawuza Cinsî di Binçav de ku li dijî zordariya beramberî jinan ji têkoþîna xwe venakiþe, sala 2002yan li bajarê Koln a Elmanyayê beþdarî konferansekê bû bi navê `Mafên Jinan Yek e Ligel Mafên Mirovan` û daneyên ji serlêdanên derbarê zordariya cinsî de bi dest xistî ku serçaveya wan dewlet bi xwe bû, bo raya giþtî eþkere kir. Lê di axaftina kirî de bi sedema ku `heqaret li þexsiyeta manewî ya artêþê kiriye`, li ser bangewaziya sûc ku ji aliyê Serok Erkaniyê û Prof. Necla Arat ve hatî kirin, Dadgeha Ciza ya Asliye ya 3. a Kartalê doz lê vekir. Ev doz, di Adara 2006an de bi encam bû û Eren Keskin bo 10 mehan cizayê hepsê lê hate birrîn. Dadgehê ev cizayê hepsê bi 6000 YTL cizayê pareyan veguhest. Eren Keskin a ku azadiya wê ya derbirînê hatî binpêkirin, da xuya kirin ku wê ew vî cizayê pareyan nede û azadiya xwe nekire.

Eren Keskin yek ji wan jinan e ku bo pêþvebirina mafên mirovan û çanda demokrasiyê li Turkiyeyê, bi salan e têdikoþe. Di jêr banê Nivîsgeha Alîkariya Huqûqî ya Dijî Taciz û Tecawuza Cinsî di Binçav de ku xebatên xwe lê dimeþîne, heta niha bo 222 jinên ku rûberûyê zordariya cinsî bûne ji destê dewletê, bêheq xizmeta piþtgiriya huqûqî pêþkeþ kir. Lê mixabin li welatê me ji bedêla ku piþtgiriya xebatên bi vî cureyî bête kirin, astengî li berê têne danîn.

Wekû li hemû cîhanê li Turkiyeyê jî jin rûberûyê þkenceya cinsî dibin ku ev weke yek ji stratejiyên þer tê bikaranîn û ev jin ji ber ku ji hêzên ewlekariyê vedikiþin nikarin hesab ji kiryarên vê þkenceyê bipirsin. Vêca aktîvîsteke mafê mirovan ku hewl dide vê rastiyê eþkere bike û li ber çavê raya giþtî raxe bo pêkanîna zemîneke nîqaþan, bi xalbenda 301. a TCK tê cizakirin. Ji ber ku derbarê kiryarên zordariya beramberî jinan de daxuyanî dane û belge û zanyariyên di destê xwe de bo raya giþtî pêþkêþ kiriye...

Ji bedêla ku ev belge û zanyarî bihatana nîqaþkirin; eger rast bûn li dû bihata çûyîn, kiryarên van bihatana cizakirin û bo paþê bergirî bihatana danîn; ger bêesl bûn jî bihatana îsbatkirin, lê ciza hemû li Eren Keskin hate birrîn. Mexduriyeta wan jinan berdewam dike ku ji destê dewletê rûberûyê zordariya cinsî bûne, û bo jiholêrakirina vê yekê jî tu gavek nayê avêtin.

Azadiya derbirînê ku yek ji pêdiviyên eslî yên bûna civakeke demokratîk e, pêdivî ne tenê bi wê derbirînê dibîne ku bîr û boçûnên hevpar in bi jargona resmî ya dewletê, lê berevajî vê yekê pêdivî dibîne ku bîr û boçûnên ecêb û mirov aciz jî dikin azadiyane bêne derbirîn. Di nav civakeke wiha de ku azadiya bîr û boçûnan li nav nîn e û mexduriyetên jinan di nav de berdewam in, mirov nikare behsa hebûna demokrasiyê û azadiya jinan bike. Ji ber vê yekê ev cizayê ku li Eren Keskin hatiye birrîn, careke din li ber çavan radixe ku li welatê me ne tenê li ber azadiya derbirînê, lê li ber azadbûna jinan jî astengên cidî hene.

Em jinên ku me Tora Piþtgiriyê ya Jinan bo Eren Keskin pêk aniye, em difikirin ku ev ciza bo her kesî hatiye dayîn ku li rex demokrasiyê û aþtiya civakî cî digrin û em bangî her kesê ku baweriya xwe bi demokrasiyê aniye, dikin da ku piþtgiriyê bo Eren Keskin bide. Di çarçoveya `Kampanyaya Piþtgiriyê bo Eren Keskin` de em bangî wan hemû kesan dikin ku difikirin azadiya derbirînê bingehîntirîn xala civakeke demokratîk e û kiryarê wê kî be bila be dibêjin `Bila nemîne zordariya beramberiya jinan`, da ku vê biryara dadgehê þermezar bikin û em bangî endamên dadgeha bilind jî dikin da ku helwesta xwe ji aliyê mafên mirovan, demokrasî û derbirîna azadiyê nîþan bidin û vê biryarê pesend nekin. Eger biryar hate pesendkirin, emê 6000 lib 1 YTLyî ku wê ji 6000 kesan bê berhevkirin, teslîmî wan kesan bikin ku heq li derbirîna bîr û boçûnan dikin û bi vê yekê emê nîþan bidin ku heqê azadiyê ne tenê bo kesên baweriya xwe bi azadiyê anîne, lê bo wan kesên din jî zehmet e ku hewl didin vê azadiyê sînordar bikin. Eger Dadgeha Bilind biryar xerab kir ew 6000 YTLyê ku wê bê berhevkirin, wê bo Nivîsgeha Alîkariya Huqûqî ya Dijî Taciz û Tecawuza Cinsî di Binçav de bê terxankirin.

Tora Piþtgiriyê ya Jinan bo Eren Keskin